McGurk: Pîrozbahiya Serkeftina Pêşmerge kir

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewetî ya li dijî DAIŞê serkeftina operesyona Mûsilê bi berhema pêşniyar û destpêşxeriyên Serokê Herêma Kurdistanê dizane, ku ji ber hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brett McGurk ligel Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û kinsulê Amerîka li Hewlêrê Ken Gross û hejmarek ji şêwirmendan ve serdana Serokê Herêma Kurdistanê kirin û behsa dawî pêşveçûnên operesyona rizgarkirina Mûsilê û rewşa çeperên şerê teroristan li parêzgeha Neynewayê kirin.

Herwiha pêdagirî li ser hevahengî û şêwira berdewam kirin. McGurk rola Serok Barzanî di serkêşiya şerê têkşikandina teroristan bi girîng nirxaned û pîrozbahîya serkeftina dawî ya hêza Pêşmerge kir.