Firat Cewerî "Antolojiya Edebiyata Swêdî" bi kurdî û Tirkî derxist

Di vê şeva watedar de bi sê zimanan anku bi Kûrdî, Tirkî û Swêdî helbest hatin xwendin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Wêjekarê Kurd yê navdar Firat Cewerî, pirtûka xwe ya bi navê "Antolojiya Edebiyata Swêdî" ya ku bi zimanên Kurdî û Tirkî hatî amadekirin, li Stenbolê bi rêya kokteylekê da nasîn. Cewerî di kokteylê de got; Swêda ku heta roja îro jî hertim piştevaniya wêjekarên Kurd kiriye ev peywira xwe ya mêjûyî bi cî aniye û êdî berê wêjeya Kurdî ber bi welatê wan yê esas ve vegerandiye.

Di vê şeva watedar de bi sê zimanan anku bi Kûrdî, Tirkî û Swêdî helbest hatin xwendin.

Nivîskarê navdar di vê şeva watedar de, li ser pirtûkê û li ser girîngiya Swêdê ya li ser wêjekarên Kurd ji Kurdistan24ê re nêrînên xwe anî ziman;

Nivîskarê Kurd Firat Cewerî wiha got:"Niha li Swêdê yek ji welatên ku cihê fersend daye kurdan ku, hem di warê siyasî hem jî di warê edebî de xwe pêşde bixin. Ez bi xwe jî wek kesekî ku deyndarê wî welatî ku ew fersenda ez bikaribim zimanê xwe li wir pêş de bixim û vî zimanê ku li Tirkiyê qedexe bû pê kitêban binivîsim, wergerê bikim, kovaran derxim. Ev xebat hinekî jî wek ez deynê xwe didim Swêdê."

Firat Cewerî di kokteylê de amaje pê kir ku; ew di gel danasîna edebiyata Sêwêdî bi Kurd û Tirkan; herwiha xwestiye ku bi wergera zimanê Kurdî û Tirkî van herdu zimanan jî nêzî hev bike.

Nivîskarê Mêrdînî Cewerî, ji ber ku Swêd ji bo wêjekarên Kurd bûye stergehek spasdariya xwe anî ziman.

Nivîskarê Kurd-Firat Cewerî:"Di despêka salên 80 û 90'î de hatina cûntaya leşkerî ku gelek aktivistên kurdan, gelek keç û xortên kurdan berê xwe bi Ewropayê ve kirin û li Swêdê bi cî bûn. Swêd ji wan re bû wek stargehekê. Em dikarin bêjin xwe naskirin li xwe vegeriyan li zimanê xwe vegeriyan. Aniha van 9-10 salên dawî edebiyata kurdî, edebiyata modern ya ku kurdên sûrgunê kifş bûne hedî hedî berê xwe bi welat ve dikin. Aniha li welat bi hezaran kitêbên bi kurdî çap dibin di şaxên edebiyatê yên cihê cihê de. Loma êdî em dikarin bêjin Swêdê rola xwe lîst û êdî dibe tarîx. Ew pincarên welat li ser axa welat hêşin dibin."

Organîzatora vê kokteylê Berpirsa Karûbarên Çandî ya Serokkonsolosiya Swêdê Suzî Erşahîn jî di kokteylê de balkişand ser antolojiyê û got: Ev antolojî ji bo edebiyata Kurdî, Tirkî û Swêdî berhemeke gelekî hêjaye.

Berpirsa Karûbarên Çandî ya Serokkonsolosiya Swêdê Suzî Erşahîn wiha got:"Wêjeya Swêdê li cîhanê ciheke giring digire. Ev pirtûk jî wêjeya Swêdî bi Kûrdî û Tirkî rave dike. Ji bo vê pirtûkê em bi Firat Cewerî re xebitîn. Pirtûkeke gelekî bi qîmet derkete holê. Ji ber wê jî em gelekî pê şanazin ku me ev pirtûk li vê derê da nasîn."

Di dawîya vê şeva watedar ya wêjeyê de Firat Cewerî ji şopînerên wêjeyê re pirtûka xwe wajo kir.