PDK ji rûniştina Parlementoya Iraqê vekişiya

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji rûniştina Parlementoya Iraqê ya taybet bi dengdana li ser budceya sala 2017an vekişiya.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji rûniştina Parlementoya Iraqê ya taybet bi dengdana li ser budceya sala 2017an vekişiya.

Berî demekê rûniştina Parlementoya Iraqê ya taybet bi dengdana li ser budceyî dest pê kiribû. Ji ber libercavnegirtina daxwazên Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de, Fraksyona PDKê biryar da, ji rûniştinê vekişe.

Fraksyona PDKê daxwaz kiribû, ji budceya sala 2017an budce û mûçeyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê biçespîne, lê aliyên Iraqî li dijî wan daxwazan derketin û amade nebûn ku wan daxwazan di projeyasaya bicih bibe.

Di konferanseke rojnamegerî de, ku K24 bi awayekî zindî belav kir, Fraksyona PDKê sedema vekişîna xwe ji rûniştina parlementoyê aşkere kir.

Parlementerê Fraksyona PDKê Şaxwan Ebdulah ragihand, ti kes li daxwazên Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de li ber cavan negirt û wan wek petrolfiroşan danûstandin bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re dikin û li ser wê yekê rijd bûn, ku çend petrolê difiroşe û çendî dide bo budce bişînin.

Şaxwan Ebdulah got jî: “Di projeyasaya budceya federal ya 2017an de yek quriş bo Pêşmerge terxan nekirin, di demekê de ku berê û di civîna Komîteya Asayiş û Bergiriyê de me tekezî li ser wê yekê kiribû, ku pêwîst e budceya 100 hezar Pêşmerge li ser Wezareta Bergîriyê ya Iraqê be.”

Herwiha Ebdulah got jî: “Wan nekir û em jî pêşniyara wê yekê kir, ku ji koma xercî û budceya Wezareta Bergîriyê ji rêjeya ji sedî 17 bo Pêşmerge Texan bikin, lê ew bi wê jî razî nebûn û siyaseta wan ew bû, ku çawa dixwazin wiha dikin û guhdariya me nakin û dixwazin li ser perensîpa piranî û kêmanî yasayan derbas bikin.”

Herwiha got jî: “Mixabin hin parlementer û aliyên Kurdî di Parlementoya Iraqê de bi wê yekê razî ne, ku yek dinar po Pêşmerge terxan nebe û tenê dibêjin, em dixwazin budce bo Pêşmerge bê şandin.”

Parlementerê Fraksyona PDKê Şaxwan Ebdulah amaje kir jî, pêwîst e helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe.