Carter: Eger e berî Trump Mûsil rizgar bibe

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Carter ragihand, eger e berî serokê amerîka yê hilbjiartî Donald Trump dest bikar bike, operesyona rizgarkirina Mûsilê bidawî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Carter ragihand, eger e berî serokê amerîka yê hilbjiartî Donald Trump dest bikar bike, operesyona rizgarkirina Mûsilê bidawî bibe.

Li gor nûçeyeke ajansa “Reurters“ Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Carter îro ragihand, tevî operesyona kontrolkirina Mûsilê dijwarî diçe, lê eger e berî serokê amerîka yê hilbjiartî Donald Trump dest bikar bike, bidawî bibe.

Operesyona rizgarkirina Mûsilê di roja 17 Cotmehê de dest pê kir, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê karîne çendîn taxên girîng ji destê DAIŞê rizgar bikin, niha şer li nava taxên Mûsilê berdewam e.

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Turmp ku di 20 Çelaya 2017an de bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Amerîka dike, Carter got: “Ev yek eger e ku bibe, lê ew şerekî dijwar e.”

Bajarê Mûsilê mezintirîn bajar e di destê DAIŞê de ye, ku ji 10 Hezêrana 2014an ve di destê DAIŞê de ye, derxistina wî bajarî ji destê DAIŞê, dibe sedemeke girîng bo jinavbirina wê rêxistinê.