Viyan Dexîl: Ji bo azadkirina Êzîdiyan 2 milyar Dînar hate veqetandin

Parlementera Kurd a êzîdî di Parlementoya Iraqê de aşkere kir ku, di bûdceya giştî ya Iraqê ya 2017an de, biqasî 2 milyar Dînar ji bo azadkirina keç, jin û zarokên Êzîdîyên ku hatine revandin, hatiye veqetandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Kurd a êzîdî Viyan Dexîl ji bo “BasNews” diyar kir ku, piştî sê salan ji dagîrkirina Şingalê û revandina keç û jinê Êzîdî ji aliyê DAIŞê ve, Parlemantoya Iraqê 2 milyar Dînar ji bo azadkirina wan revandiyên Êzîdî veqetand.

Wê parlementerê tekezî ji li ser vê yekê kir ku, ji roja destpêka wê karesatê ve hata niha hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi şev û roj ji bo azadkirina revandiyên Êzîdî kar dike û navendek jî bo vê yekê vekiriye û heta niha jî zêdetir ji 2 hezar û 800 revandî hatine azadkirin.

Dexîl aşkera jî kir ku: “Di xala 33ê ya yasaya bûdçeya giştiy a 2017an a Iraqê de 2 milyar Dînar ji bo azadkirina revandiyên Êzîdî hate veqetandin  ku pêşda me ew daxwaze ji bo lijneya aborî dabû û wan jî razîbûna xwe diyar kiribûn.”