Rêjîm 2 taxên din li Helebê kontrol dike

Şer û pevçûnê tund li 2 taxên Helebê rû didin, artêşa Sûriyê 2 taxên din li rojhilatê Helebê kontrol dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûnê tund li 2 taxên Helebê rû didin, artêşa Sûriyê 2 taxên din li rojhilatê Helebê kontrol dike.

Berpirsekî ji opozîsyona Sûriyê ji “Rueters” re ragihand, ku herdu taxên rojhilatê Helebê Kerm El-Cebel û Şear ketin destê rêjîma Sûriyê.

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, şer û pevçûnê tund li taxa Şear derketiye û artêşa Sûriyê û hevalbendên wê beşek ji wê taxê kontrol kiriye.

Herwiha Artêşa Sûriyê îro ragihand ku, wan dergeha sereke ya firokxaneya Helebê kontrol kir û berve taxên Heleb yên kevnar ve diçin.

Ev yek di demekê de ye, ku biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî bicive û dengdanê li ser proseyeke agirbestê ya 7 rojan bike, lê ne diyar e ku vê carê jî Vetoyê li dijî vê biryarê bikar bîne yan na.

Li gor amarên NY, ku ji ber operesyona dawî ya artêşa Sûriyê li taxên rojhilata Helebê dora 30 hezar kes koçber bûne, ji nava wan 18 hezar kes gihêştine taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê.

Herwiha Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura jî got, zêdetrî 100 hezar kes li taxên rojhilatê Helebê di dorpêça rêjîma Sûriyê de ne.