Demîrtaş: Girtîxaneya Edîrneyê erkên Serokê Parlamentoya bikartîne
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş dibêje, Birêveberiya Girtîxaneya Edîrneyê erkên Serokê Parlamentoya Tirkiyê bikartîne û nivîsên ku bo Parlamentoya sansur dike.
Parlamenterên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, duh û pêr serdana parlamenterên girtî yên HDP kirin.
Sancar û Buldan dan xuyakirin ku, Demîrtaş di serdanê de gotiye, parlamentertiya wî berdewam dike û li gor destûrê divê tevli xebatên Parlamentoyê bibe, lê ev tên asteng kirin û Rêveberiya Girtîxaneyê erkên serokatiya Parlamentoyê bikar tîne nivîsên wê reş dike.
Da zanîn, diyar dibe ku Serokê Parlamentoyê jî vê yekê qebûl dike.
5 rûpelên gotara Demîrtaş ku 11 rûpelan pêkdihat, ji hêla rêveberiya Girtîxaneyê ve hatibû reşkirin û bi vê awayê radestê parêzeran hatibû kirin.