Leşkerên xwespartibûne Yunanistan radestî Tirkiyê nabin
K24-Navenda Nûçeyan
Yunanistan, leşkerên ku di dema derbeya leşkerî Tirkiyê xwespartibûn welatê wan, radestê Tirkiyê nake.
8 serbazên ku şeva derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê xwe spartibûn Yunanistanê, ser daxwaza radestkirina Tirkiyê hatin mehkemekirin.
Dadgeha Yunanistanê daxwaza Tirkiye ya bo radestkirina 3 serbazan ret kir û derbarê 5 serbazên din jî dê sibê birayara xwe bide.
Tirkiye serbazan bi beşdarkirina derbeya leşkerî tometbar dike û ji Yunanistanê daxwaz kir ku wan radestê Tirkiye bike.