Li Bakur 20 kes bi tometa endametiya PKKê hatin girtin

Herwiha li bajarê Qeyserî jî bi tometa ku propagandaya PKK 8 kesên ku hatibûn girtin piştî 5 rojan derketin dadgehê.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya PKK 20 kes hatin girtin.

Parêzgarê Sêrtê ragehand, 9 kesên ku bi tometa endamtiya PKK'ê 9'ê mijdarê li navçeyên Dihê, Şîrwan û Berwerî hatibûn binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê. Ji wan 8 kes ku Hevserokên Şaxa Berwarî ya HDP jî di nav de 8 kes hatin girtin.

Li Xarpêtê jî 7 kesên ku beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin û Hevseroka Şaxa DBP ya Xarpêtê Aynur Akgunduz jî di navdebûn, hatin mehkeme kirin û û ji wan 4 kes hatin girtin.

Herwiha li bajarê Qeyserî jî bi tometa ku propagandaya PKK 8 kesên ku hatibûn girtin piştî 5 rojan derketin dadgehê.