Bandora nakokiyên TEV-DEM û ENKSê

Hemû rêkeftinên di navbera her du aliyan de hatin hilweşandin

K24-Navenda Nûçeyan

Nakokiyên siyasî di navbera TEV-DEM û ENKSê de li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj gurtir dibin, hin siyasetmedar dibînin ku bandora van nakokiyan li hemû gelên deverê dê hebe, ji aliyê xwe ve hin şirovekar jî dibêjin ku pêwîste hemû aliyên siyasî berjewendiyên gelê Kurd deynin ber çavan.

Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 3 rêkeftinên fermî dinav bera ENKS'ê û TEV-DEM'ê de hatin îemze kirin, lê piştî demeke cîbicîkirina van rêkeftinan dihatin rawestandin.

Alîgirên TEV-DEM'ê dibînin ku ENKSê di hundirê hevpeymana opozisyonê de li dijî berjewendiyên gelê Kurd kar dike, partiyên ENKS'ê ji aliyê xwe ve dibêjin ku Rêveberiya Xweser ne pirojeyeke netewî ye û desthilateke ne rewa ye. herwiha ligel berdewamiya cudahiya siyasî girtina çalakvan û siyasetmedarên ENKS'ê berdewam dike, ku hin şirovekar jî ti pêşerojeke diyar ji doza Kurd re di vê rewşê de nabînin.