Rûsya û Çînê Veto li dijî agirbestê bikar tînin

Rûsya û Çînê Veto li dijî projebiryara Encûmena Asayişa Navdewletî bikar anîn, ku tê agirbesteke yek hefteyê li Helebê dihate xwastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya û Çînê Veto li dijî projebiryara Encûmena Asayişa Navdewletî bikar anîn, ku tê agirbesteke yekhefteyî li Helebê dihate xwastin.

Encûmena Asayişa Navdewletî duh derbarê dengdana li ser proseyeke agirbestê ya 7 rojan civiya.

Balyozê Rûsya di NY Vîtalî Çorkîn piştî bikaranîna Vetoyê ragihnad ku, çekdarên opozîsyonê di agirbestê de derfetê dibînin ku ji nû vex we bi rêkxistin bikin û xalên xwe tund dikin, ev yek jî dihêle xelkê sivîl bêtir azarê bibînin.

Prosebiryara vê carê ji aliyê Newzîlanda, Misr û Spanyayê ve hatibû dariştinJi sala 2011an ve. Rûsya bo cara 6emîn û Çîn jî bo cara 5emîn e ku karta Vetoyê li dijî prosebiryarekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de bikar tîne.  

Ji bêhtirî du hefteyan ve, artêşa Sûriyê bi piştevaniya êrîşên esmanî yên Rûsyayê dest bi operesyoneke fereh li taxên rojhilata Helebê kirine. NY dibêje, bêhtir ji 200 hezar sivîl di dorpêçeke tund de ne û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên bilez hene.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh ragehand ku, ewê ligel Amerîkayê derbarê vekişandina çekdarên opozîsyonê ji taxên rojhelatê Helebê danûstandinan bikin. Lê operesyona rêjîmê û bi piştevaniya Rûsyayê berdewam e bo kontrolkirina taxên Helebê.

Çorkîn got jî, divê her tevgerek ji Encûmena Asayişa Navdewletî bê lipaşxistin, heta Rûsya û Amerîka danûstandinên xwe temam dikin.

Ji aliyê xwe Cîgira Balyoza Amerîka Michele Sison li ser Vetoya Rûsyayê got: “Ev ne sedemeke rasteqîne ye. Rûsyayê dixwaze destkeftiyên xwe yên leşkerî li ser hesabê alîkarîkirina welatiyên sivîl biparêze.”