Fûad Hisên: Pêwendiyên me ligel îdareya Turmp baş in

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên ku niha li ligel Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîka ne, di daxuyaniyekê de armanca serdana wan bo Amerîka û hevdîtin û civînên wan ligel berpirsên wî welatî diyar kir ku, dixwazin helwesta berirsên wî welatî bi taybetî derbarê qonaxa piştî şerê DAIŞê de bizanin, ji ber ku diyar e di pêşerojê de ew her li navçê dimînin û bandora wan jî gelek e.
kurdistan24.net

K24 – Washington

Di wê derbarê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên ji K24ê re ragihand, armanca wan zanîna siyaseta îdareya nû ya Amerîka ye. Hisên tekezî kir, ku pêwendiyên wan ligel îdareya Trump baş in û baş jî dibin, ji ber ku wan piştgîriya Kurdistan û Pêşmerge ne û ber hatina wî bo desthilatê amaje kiribûn ku piştgîriya Herêma Kurdistanê dikin.

Çend roj in şandek bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîka ye û di wê demê de çendîn hevdîtin û civîn bi berpirsên pilebilind yên wî welatî encam dane.

Tewera sereke ya hevdîtin û civînên wê şanda Herêma Kurdistanê ew e, rewşa siyasî û leşkerî ya navçê û pirsa hevkarî û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî şerê DAIŞê ye. Herwiha ew şande dixwaze ji nêzîk ve ligel berpirsên Amerîka bicivin û siyaseta îdareya nû ya wî welatî bizanin.