Li 9 bajarên Bakur operasyon li dijî PKK pêk hatin
K24-Navenda Nûçeyan
Li 9 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî PKKyê operasyonek berfireh pêk hat û 12 kes hatin binçavkirin.
Di bin birêvebirina Hêzên Cendirmeyan a Aydinê de li 9 bajarên wekî Şirnex, Colemêrg, Mêrsîn, Stenbol, Enqere, Batman, Bilîs û Antayayê li dijî PKKyê operasyonek berfireh û hevdem pêk hat.
Di encamê de 12 hatin binçavkirin. Hêzên ewlekariyê di çarçoveya operasyonê de 13 kesên ko biryara girtinê li ser wan heye digerin.