Li Rojav di salekê de 3 caran derheqê alaya Kurdistanê bêrêzî hatiye kirin

Li gor endamên ENKSê Îsal di roja alaya Kurdistanê de hêzên asyişê hewl dan ku çalakiya wan ji hev bilav bikin ew yek jî tê mîna sivikirenekê ji nirxê ala rengîn re.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê di hiyama salekê de 3 caran bêrêzî derheqê alaya Kurdistanê de hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve berpirsên Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê dikin ku alaya   Kurdistanê cihê rêz û hirmetê ye û  ew alaya rengîne weke nîşaneke netwî kurdî hijmar dikin lê hin alî bizava çêkirina fitneyekê dikin.

Dîmenên bêrêziyê derheqê alaya kurdistanê  de li nivisgeha partiya yekîtî li bajarê Qamişlo, ku ji aliyê hin alîgirên TEV-DEM ve hat pêkanîn hestê hemû kurdan hejand.

Zêdebarî vê yekê bûyera şewatandina  alaya rengîn li bajarê Amûdê dengekî mezin li her çar perçeyên kurdistanê veda û serokê herêma Kurdistanê bi xwe ev bûyer şermezar kir.Li gor endamên PDKSê girûpek nenas alaya Kurdistanê ya li ser nivisgeha ENKSê şewetand û gûman dikin ku ev bûyer ji aliyê ciwanên TEV-DEM ê vê hate be encamdan.

Endamê xwecehiya PDK-S  li Amûdê Ednan Hisê wiha got:“ Alaya kurdistanê ya li ser nivisgeha ENKSê li bajarê Amûdê bi şev   şewetandin , me jî aleke nû li ser nivisgehê danî , saziya  parastinê dike em wê sûçdar dibîn in , îro partiya PYD û asayiş bi erkê parastinê radebe û şewata alaya Kurdistanê berpirsayetiya wan e , lewoma em wan tohmet bar dikin’’

Endam , serkirde û alîgirên TEV-DEMê tekez dikin ku ti kîna wan bi alaya Kurdistanê re tûne ye, didin zanîna ku bi hezarên şehîdan dibin alaya herêma Kurdistanê wek ku ew bi nav dikin bûne qurbanî ji ber vê yekê ew alaya rengîn weke nîşaneke Kurdî netwî dibîn in.

Ji aliyê xwe ve Serokê encûmena cîbicîkar li kantona Cezîrê bûyera şewtandina ala rengîn li bajarê Amûdê red dike û amaje dike ku hemû ala û wêneyên netwî cihê rêz û hûrmetê ne û YPG û YPJ perdewam xwedî li ala Kurdistanê derketine.

serokê encûmena cîbicîkar li kantona Cezîrê Ebd Elkerîm Saroxan wiha axifî:’’  Em bi rêzdarî li beramber hemû ala û kesayetiyên navnetwî yên ku ji bo yekîtiya gelan kar dikin em bi rêzdarî nêzîkî wan dibin, derbarê alaya Kurdistana başûr ew taybet e bi başûrê Kurdistanê,  bi hezarê şehîdan ji bo wê bûne qûrbanî em bi rêz nêzîkî wê alê dibin,   ti bûyerên şewatandina  ala Kurdistanê li Rojava nehatine kirin , lê di baweriya me de ev tenê bihaneyeke ji bo encamadana hin pilanên nû li Rojavayê kurdistanê  ’’

Li gor endamên ENKSê Îsal di roja alaya Kurdistanê de hêzên asyişê hewl dan ku çalakiya wan ji hev bilav bikin ew yek jî tê mîna sivikirenekê ji nirxê  ala rengîn re.

Ji aliyê xwe ve fermandariya asyişê di wê demê de ragihand ku wan têne berseva êrîşên ciwanên ENKSê di nava xwenîşandanê de daye, ew hemû al û wêneyên netwî Kurdî deparêz in û kesê bêrêzê derherqê  alaya pîroz bike dê bête dadgeh kirin.