Erdogan pêwendî bi Serokê Herêmê re kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Herwiha Serokwezîrê wî welatî jî peyamek arasteyî Barzanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Herwiha Serokwezîrê wî welatî jî peyamek arasteyî Barzanî kir.

Bi boneya koça dawî ya xwişka mezin ya Serokê Herêma Kurdistanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Erdogan di wê pêwendiya telefonî de, ji ber koça dawîn a xwîşka wî Eqlîma Barzanî, sersaxî li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ew ji xem nexweşiyan dûr be.

Her di wê çarçoveyê de, Serokwezîrê Trkiyê Binalî Yildirim peyamek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Xatûn Eqlîma Mela Mustefa Barzanî, xwişka Mezin ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja şemiya borî 5 Berçele di temenê 83 salî de ji ber sedema nexweşiyê li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.