Rêjîma Sûriyê dest danî li ser tevahiya Heleba kevin

Li gor Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Rêjîma Sûriyê îro dest danî li ser tevahiya taxên Heleba kevin, ku bi vê yekê bêtir ji sê çarîkên rojhilatê Heleb dikeve di destê Rêjîma Sûriyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê dest danî ser hemû taxên Heleba Kevin û çekdarên opozîsyonê tê de dorpêç kir.

Li gor Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Rêjîma Sûriyê îro dest danî li ser tevahiya taxên Heleba kevin, ku bi vê yekê bêtir ji sê çarîkên rojhilatê Heleb dikeve di destê Rêjîma Sûriyê de.

Artêşa Sûriyê û mîlîşyatên ku bi wê re şerê çekdarên opozîsyonê dikin, di êrîşên xwe li taxên rojhilatê Helebê û Heleba Kevin de berdewam in, ku taxên di navbera leşkergeha Henano û Keleha Helebê de ji çekdarên opozîsyonê pak dikin.

Ev pêşveçûnên rêjîma Sûriyê hatin, piştî ku duh herdu taxên Helebê Uqyul û Bab –El-Hedîd kontrol kirin, ku çekdarên opozîsyonê berve taxên Heleba Kevin vekişiyan û tê de hatin dorpêşkirin.

Rewangehê amaje bi wê yekê jî kir, bi sedan malbat ji taxên Heleba kevin koçberî taxên ku operesyonên leşkerî lê nînin.

Herwiha artêşa Sûriyê duh jî  karîbû herdu taxên Helebê yên li rojhilat Miyeser û Şe'ar jî kontrol kiribûn.

Rêxistina Zanist, Perwerde û Çandê ya NY di sala 1986an de deverên Keleha Helebê, barazên derdora kelehê û taxên kevin wek beşek ji kelepûra cîhanî hejmarat, ku dîroka wan bazar û xaniyan vediger bêhtirî hezar salî.