Li Bakur 7 kes derbarê lêpirsîna Kaniya Mîsê ya Şîrwanê hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya lêpirsîna Kaniya de hejmara girtiyan gihişt 7an.
2 kesên ko duh şev hatibûn binçavkirin û îro hatin mehkeme kirin. Di encama mehkemeyê de biryara girtina wan jî hate dayîn.
Bi vî awayî di çarçoveya lêpirsîna Kaniya Mîsê ya Şîrwanê de hejmara kesên girtî gihişt heftan.
Di 17ê Çiriya Paşînê de li bajarê Sêrtê Kaniya Mîsê ya Navçeya Şîrwanê ji ber hezazê 16 karker di bin erdê de mabûn û heta niha tarmê 13 karkeran hatine dîtin. Ji bo 3 tarmen dî xebatên lêgerînê berdewam dikin.