Hevseroka KCK banga Yekitiya Netewî dike

Besê aşkere kir ku, wan heta niha ji bo yekitiya netewî danûstandinên berfireh kirine

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Besê Hozat banga Yekitiya Netewî dike.

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Besê Hozat pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê bersivand û da zanîn ku, kurd ji bo bikaribin hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bidest bixin pêwîst e yekitiya xwe ya netewî netewî pêk bînin û tekoşîn bikin.

Hozat diyar kir ku, kurd niha dikarin şerî bikin lêbelê yekitiya wan a netewî lawaz e. Pêwîst e rêxistinên kurdan werin ba hev.

Besê aşkere kir ku, wan heta niha ji bo yekitiya netewî danûstandinên berfireh kirine û dê rojên pêş de encamên van danûstandinan bi daxûyaniyek girîng parve bikin.