Mersûr Barzanî: Çaverêyî piştgîriya zêdetir ji îdareya nû dikin

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Amerîka li ser piştgîriya Kurdistanê Berdewam dibe û em çaverêyî hevkariya zêdetir ji îdareya nû dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Washington

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Amerîka li ser piştgîriya Kurdistanê Berdewam dibe û em çaverêyî hevkariya zêdetir ji îdareya nû dikin.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê di konferaseke rojnamgerî de ragihand: “Em daxwaza hevkariya zêdetir ji îdareya nû ya Amerîka dikin û çaverê ne ku zêdetir hevkariya hevkariya Kurd û Pêşmege bikin.”

Hefteyek e şandeke pilebilind ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê paytexta Amerîka ye û heta niha ligel çendîn berpirsên pilebilind yên îdareya niha û şêwirmendên serokê nûhilbijartî Donald Turmp civiya ye.

Barzanî amaje kir, di serdana xwe de çendîn berpirs û şêwirmendên girîng yên îdareya nû dîtine û soza berdewamiya hevkarî û piştgîriya Amerêka bo Kurdistanê û hêza Pêşmerge dupat kirine.

Derbarê bi mebesta serdana wê şandê de, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, armanca wan ji wê serdanê bo gihandina spasiya Herêma Kurdistanê bo wî welatî û têgihêştina ji îdariya nû ya Amerîka ye.

Di bersiva pirsekê derbarê piştgîriya Amerîka bo Herêma Kurdistanê di pêşerojê de, Barzanî ragihand, encamdana pêwendiya telefonî ya di navbera cîgirê serokê nûhilbijartî yê Amerîka Mike Pence ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nîşana girîngîdana wî welatî bi Herêma Kurdistanê ye.

Li ser pêwendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, Barzanî got: “Pêşmerge bo wê yekê şer nake ku Bexdayê pereyan pê de yan na, ji ber ku ji 2014an ve budçe hatiye birîn, baweriya Pêşmerge ew e ku parêziya welatê xwe dike.

Herwiha Barzanî got: “Pêwendiya Herêma Kurdistanê li ser bingehê ku Bexda peyrewê ligel me dike ye, heger ew berdewam bin ku rola Kurdistan û Pêşmerge li ber çav negirin, helewsta me dê hebe, çûnkû em dixwazin pêşerojeke me ya ronak hebe di pêwendiyên ligel Bexdayê de. Ew yek vedigere ser parlementaran û hikûmeta Bexdayê ku çawa li wan pêwendiyê dinêrin. Heger pêşve werin, em zêdetir pêşve tên.”