Barzanî:Pêwîste rêkeftinek derbarê qonaxa piştî DAIŞê de hebe

Hêzên Pêşmerge 30 hezar K.m çargoşe rizgar kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî panêlek taybet li ser desthiladarî û ewlakariya Iraqê piştî DAIŞê li Waşingtonê pêşkêş dike.

Li navenda Winssin Senter Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî panêlek taybet li ser desthiladarî û ewlakariya Iraqê piştî DAIŞê li Waşingtonê pêşkêş dike.

Di panê lê de Barzanî derbarê şerê Mûsilê de wiha got:Şerê Mûsilê giran e, Hêzên Pêşmerge 30 hezar K.m çargoşe rizgar kiriye, bo jinbirina DAIŞê pêwîstiya me b alîkariya navdewletî heye, divê em rêyên din bo jinavbirina DAIŞê bibînin, divê em li aliyê terorî de li himberî DAIŞê rawestin, DAIŞê bi armanca parastina xwe  teknîkên nû yên şer bikartîne, DAIŞê dê bi dawî bibe lê dema dawî ya wê nayê zanîn.

Herwiha Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê qonaxa piştî DAIŞê jî wiha got: pêwîste rêkeftinek derbarê qonaxa piştî DAIŞê hebe û aramî ji bo bajarê Mûsilê vegere, herwiha pêwîste  pêkhateyên li nava Mûsilê werin parastin.

Derbarê pêwendiyên li gel Bexda jî wiha axifî: Bihêzkirina pêwendiyên me ligel Bexda Amerîka alîkarî me kir, Rêza me ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re heye, ew bi cidî pirsgirêkan çareser dike, herwiha gelê Iraqê divê biryarê li ser siberoja xwe bide, emê biryarekê li ser pêwendiyên xwe li gel Bexda bidin.

Herwiha derbarê îdareya nû ya Amerîka Barzanî got:Em çaverêdikin ku, idareya nû piştgiriya xwe bo zêdetir bike, herwiha piştgiriya xwe ji aliyê aborî û siyasî jî zêdetir bike û sipasiya wan hemû aliyan di şerê li dijî DAIŞê alîkariya me kirine, pêwendiyên me ligel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî baûin.

 Derbarê Şingalê jî Barzanî tekez kir ku, wan pêşinyarkiriye ku, Şingal bibe Parêzgeh û got: Me ligel PKKê danûstandin kirine ku, divê ew ji Şingalê vekişin ji ber ku, hebûna wan rewê aloztir dike.

Derbarê rewşa aborî ya Kurdistanê û penaberan Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîwiha got: Kurdistan di rewşekî aborî ya giran de derbas dibe, yek milyon û 800 hezar penaber me wergirtine, ji wan 300 hezar penaberên Sûrî ne.

Herwiha derbarê pirsgirên aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê Barzanî ku, ew hawlên xwe dikin wan aliyan bikin yek û pirsgirêkên wan çareser bikin.