Parlamentera HDPê: Hêzên ewlehiyê ji ber daxuyaniyekê ez bi tûndî girtim

Daxwaza aşitiyê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Hûda KAYA îro di vegera çalakiyeke li dijî  Rewşa Awarte û Biryarên qanûnî de hati bû desteserkirin û piştre jî serbest hatibû berdan. Kaya pîştî ku serbest hat berdan li avahiya navendî ya HDPê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Hûda KAYA di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser helwesta desteserkirinê û got:Hêzên ewlehiyê ew ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê bi awayekî tund desteser kirine.

Kaya da zanîn ku, di 11 Çileya 2016ê de li nêzî Sûra navçeya Amedê derbarê hêrîşên dewletê û kuştina mirovên sivîl de helwesta dewletê rexne kiriye û di axaftina xwe de gotiye ku; ev kiryarên dewletê li gor dînê Îslamê jî ne rewa ne; herwiha Kaya di daxuyaniyê de hertim daxwaza aşitiyê kiriyê lê dîsa jî derbarê wê de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û ji ber wan axaftinan ew hatiye desteserkirin.