40 hezar mirov ji Sûrê hatine dûrxistin

Li gorî raporta Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî li Sûrê ji ber zora dewletê û qedexeyên derketina kolanan û Rewşa Awarte li wan farz bû ku bi sedan hezar mirov ji Bakurê Kurdistanê koç bikin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li gorî raporta Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî li Sûrê ji ber zora dewletê û qedexeyên derketina kolanan û Rewşa Awarte li wan farz bû ku bi sedan hezar mirov ji Bakurê Kurdistanê koç bikin.

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî qedexeya derketina kolanan ya li Sûrê ku sala xwe tijî kir û ew binpêkirinên li navçeyê wek raporekê raberî raya giştî ya cîhanê kir. Li gorî raportê piştî kuştina Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ya li ber Minareya Çar Ling ya di 28ê Sermaweza 2015an de di encama ragihandina biryara derketina qedexeyên derve de, li Sûrê 79 jê zarok bi giştî 321 kesên medenî canê xwe ji dest dane û nêzîkî 40 hezar mirovî jî ji cih û warên xwe hatine durxistin.

Di berdewama raportê de hatiye gotin ku bi deh hezaran kesên ji Sûra ku xwedî statûya mîrata cîhanê ya UNESCOyê ye di navê de nêzîkî 500 hezar mirov, ji ber tevsizakirin û çewsandinên xedar ên rayedarên Tirkiyê ji cih û warên xwe hatine derxistin.

Parlamenter û Endama Şandeya Sûrê ya CHPê Selîna Dogan got: "Li Sûrê mexduriyeteke gelekî mezin heye. Ji ber bandora Rewşa Awarte û qedexeyên derketina derve li Sûrê mafê mirovan û jiyanê tê binpêkirin. Heta aramî neyê Diyarbekirê ne mimkûne Tirkiyê bi pêş ve biçe."

Di raportê de hatiye ragihandin ku, ligel ku li Sûrê şerên çekdarî di Adara 2016an bi dawî bûye jî, ew qedexeyên li navçeyê hê jî berdewam dikin. Li gorî raportê 7 hezar û 450 xwendevanên li 15 dibistanên navçeyê travmaya şer ji ser xwe ne avêtine û ji ber kêşeya ahengê jî ew mecala wan nemaye, ku xwendina xwe berdewam bikin.

Dîsa di raportê de hatiye diyarkirin ku li Sûrê hezar û 750 xênî hilweşiyane. Alîkariya dewletê têrî malbatan nake. Wek tazmat dewletê 900 û 1.500 Ewro pêşniyar li malbatan kiriye, lê di raportê de zirarên her malbatekê li dora 12 hezar Ewro hatiye destnîşankirin.

Parlamenter û Endamê Şandeya Sûrê ya HDPê Îmam Taşçier got jî: "Ev salekê ye Sûr girtî ye. Nahêlin tû însan herin malen xwe di malen xwe de bijîn. Li Sûrê bûyerê ku heta niha çêbûne bi dewletê ve girêdayî sucê mafên mirovan e, sûcê jiyana însan e. Wan bi zorê ji malê wan derxistiye."

Di raportê de tê gotin ku rêpîvanên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê li Sûrê tên binpêkirin û bi Rewşa Awarte re jî her diçe rewşa navçeyê hê xirabtir dibe, şert û mercên bo vegera mirovan ya bo malên xwe jî nediyar in.

Hatiye gotin divê Tirkiye hurmetê li wan mirovan bigire, lê diyar e rayedarên Tirkiyê vê hurmetê li wî mafê mirovan nagire. Piştî hewla darbeyê çewsandin û zordestiya li ser der û dorên Kurd ên muxalîf û ew komeleyên ku hatine asêkirin jî di nava raportê de cih digire. Di raportên HDP û CHPê yên li ser Sûrê de tê gotin ku, li Sûrê dewletê zor li gel kiriye û mafên yaseyî yên mirovane hatine binpêkirin.