Roja Mafê Mirovan.. ENKS man digire

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li dijî girtina siyasetmedaran ji aliyê Asayişa Rojava ne, li Hewlêrê mangirtinekê birêve dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li dijî girtina siyasetmedaran ji aliyê Asayişa Rojava ne, li Hewlêrê mangirtinekê birêve dibe.

Bi hilkefta Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan, ENKSê li Hewlêrê û li pêş nivîsgeha NY mangirtinek ji bo azadkirina girtiyên xwe yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê birêve dibe.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di mangirtinê de ji K24ê re got: “Me belgeyeke nivîskî amade kiriye û em radestî NY bikin. Bi dehan alîgir, endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê rêveberiya PYDê ve girtî ne. Herwiha gelek serkirdeyên tevgera siyasî li Kurdistana Sûriyê rastê kuştin, dûrxistin û lêdanê tên.”

Biro got jî: “Niha jî nivîsgehên partiyan tên girtin û ala Kurdistanê tê şewitandin. Em dengê xwe ji civaka navdewletî re bilind dikin, ku li van kiryaran bêdeng nemînin.”

Biro aşkere kir jî, di nameya ku dixwazin radestî NY bikin de, navên girtiyan û binpêkirinên hatine hene.  

Herwiha biryar e jî îro li bajarê Qamişlo ENKSê xwepêşandekê li pêş nivîsgeha NY birêve bibe, lê Rêveber Xweser daxuyaniyek belav kir û tê de gefa girtinê bo birêvebirina xwepêşandanên ne bi muhet li xelkê xwar û daxwaz ji xelkê kir dernekevin xwepêşandanan.