Dostên Sûriyê li Fransayê:Em piştevanê opozîsyonê ne

Civîn bi beşdariya 6 welatên dostên Sûriyê bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Civîna Parîsê ya dostên Sûriyê ku, li Parêsê paytexta wî welatî bi rê ve çû, tekezî li ser piştevaniya xwe ji Opozîsyona Sûriyê di hemû waran de bo dîtina çareseriyekê ji kirîza wî welatî de kir.

Di civîna dostên Sûriyê ku, îro, li Fransayê bi rêve çû, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di kongreyekî rojnamevanî de ya hevbeş rejîma Sûriyê bi tawanên şer li dijî mirovatiyê tometbarkir.

Kerry da zanîn ku, ew topbarankirina hovane ya rejîma Esed li ser bajarê Helebê pêktîne digehe asta tawanên şer û daxwaz ji Rûsyayê kir ku, wan êrîşan rawestîne.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Qeterê Mihmed Bin Ebdulrehman Al Sanî tekezî li ser dîtina çareseriyeke siyasî ji şûna çareseriya leşkerî di wî welatî de kir.