ENKS: Mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e

Di roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza serbestberdana endam û serkirdên ENKSê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de dike. Saziyên mafê mirova ji aliyê xwe ve didin zanîn ku, ew dosya girtiyên ENKSê li cem dezgehên Rêveberiya Xweser dişopînin û fişarê dikin, da di zûtirîn dem de bêne dadgehkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza serbestberdana endam û serkirdên ENKSê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de dike. Saziyên mafê mirova ji aliyê xwe ve didin zanîn ku, ew dosya girtiyên ENKSê li cem dezgehên Rêveberiya Xweser dişopînin û fişarê dikin, da di zûtirîn dem de bêne dadgehkirin.

Di roja cîhanî ya mafên mirovan de û li ser daxwaza ENKS'ê li sersaserî bajarên Rojavayê Kurdistanê mangirtin hatine lidarxistin û tê de dosya girtina çalakvan û siyasetmedarên ENKSê bi bîr anîn.

Serkirdên ENKS'ê didin zanîn ku di gel berdewamiya girtin û binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê yê rêveberiya xweser ve, rewşa mafên mirovan di Rojavayê Kurdistanê de metirsîdar dimîne. Herwiha dozê li saziyên navdewletî dikin da sînorekî ji binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rêveberiyaxweser ve deynin.

Serkirde di ENKS'ê de Ebdulsemed Xelef Biro di vê Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de ji K24ê re got: “Em doz dikin ku hemû girtiyên me serbest bîne berdan. Herwiha ne şweitandin û êrîşên li ser nivîsgehên me çê bibin û li dijî kesên nenas ve bêne tomarkirin. Bi vê boneyê jî em yekîtiya tevgera siyasî dixwazin.”

Saziya mafê mirovan a Kantona Cezîrê ji aliyê xwe ve bi bûneya roja cîhanî a mafên mirovan meşek lidarxist, berpirsên saziya navbûrî dibînin ku, rewşa mafê mirovan di Rojavayê Kurdistanê de ji bajarên din yê Sûriyê pêşketîtir e. Herwiha ew ji nêzîk rewşa girtiyên ENKS'ê dişopînin û her dem saziyên têkildar di Rêveberiya Xweser de bi pêwîstiya dadkirina wan bibîr tînin.

Rêveberiya Saziya Mafê Mirovan Gulîstan Elî jî got: “Derbarê girtiyên ENKSê yên nehatine dadgehkirina me gihandin Rêveberiya Xweser. Ew jî alîkar bûn û hinek ji wan hatin azadkirin. Lê ev rewş berdewam e, ku her rojê tiştekî nû derdikeve holê.”

Ji beriya zêdî 3 mehan hejmarek ji endam û serkirdên ENKS'ê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatine girtin û ta nuha bê dadehkirin di girtîgehan de ne. Di dema ku alîgirên Rêveberiya Xweser dibêjin ku, deverên di bin kontrola rêveberiyê de di ezmûnekê ji demokrasiyê de dijîn, hin mafnas dibînin ku berdewamya girtina çalakvan û siyasetmedaran pêşeroja mafê mirovan û azadiya derbirînê di Rojavayê Kurdistanê de ne diyar dihêle.