Rojnamevanên Ewropayê Tirkiyê rexne dikin

Hejmareke rojnamevan û nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê yên Ewropayî digel hevkarên xwe yên li Tirkiyê ji bo ku balê bikêşînin ser rewşa rojnamevanên girtî û ji bo ku wek bêgirtî bê darizandin, li Sîlîvriya Stenbolê hatin ba hev. Koma ku dixwast li ber girtîgeha Sîlîvrîyê daxuyanîyê bide ji ber biryara qedexeya parêzgeriyê li navenda Sîlîvriyê daxuyanî dan.

K24 – Stanbol

Li ser girtina rojnamevanan hikûmeta Tirkiye kar û barên derqanûnî û terorî wek hincet nîşan dide. Berpirsê Ragihandina Enstîtuya Çapemenî ya Navneteweyî Steven Ellis got; di destê rayedarên hikûmetê de eger delîl hebin, bila hemûyan nîşanî civatê bide.

Berpirsê Ragihandina Enstîtuya Çapemenî ya Navneteweyî Steven Ellis ji K24ê re axivî û got: “Civata Ewropayî gelek nîgeran e û der barê geşedanên li Tirkiyê de bi awayekî rasteqin nayên agahdarkirin û rojnamevanî wek tohmetbariyek tê dîtin. Ji bo piştevaniya hevkarên xwe yên girtî em xwe digihînin Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê da ku der barê vê mijarê de zêdetir hewl bidin û gav biavêjin.

Endamê Komiteya PEN'ê û Yekitiya Nivîskarên Avusturyayê Martin Roth amaje kir ku girtina rojnamevanan kêmasiya demokariyê nîşan dide.

Endamê Komiteya PEN'ê û Yekitiya  Nivîskarên Avusturyayê Martin Roth

Roth ji K24ê re wiha got: “Em ji girtina rojnamevanan gelek nîgeran in. Em wek nivîskarên Avusturyayî giringiyê didin Aslı Erdogana ku di medyaya Kurdî de xebitiye û ew endama PENe jî. Em di panelên xwe yên li Ewropayê behsa vê mijarê dikin. Divê tu kes ji ber nêrina xwe neyê girtin û neyê tometbarkirin.”

Li gorî amarên saziyên rojnamevaniyê, ji zêdetirî 200 rojnamevan di girtîgehê de ne. Berpirsên hikûmetê jî amaje dikin ku kesên girtî ne ji ber kar û barên xwe yên rojnamevanî ji ber  karên derhiqûqî hatine girtin.