TAK :Du endamên me teqîna Stenbolê pêkanîne

Duh, li bajarê Stenbolê teqînek rû da û li gor amarên fermî 31ê wan polîs 38 kesan canê xwe ji dest dan û 166 kes jî birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê TAKê berpirsiyartiya Teqîna Stenbolê girt ser xwe.

TAKê ji malpera xwe ya fermî ragihand ku, teqîna Stenbolê ya duh şev ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin û nêzikê 100 polîsan canê xwe ji dest dane û sedan polîs jî birîndar bûne.

TAKê da zanîn ku, 2 endamên wan ku, bombeya digel xwe teqandina jî canê xwe ji dest dane.

Duh, li bajarê Stenbolê teqînek rû da û li gor amarên fermî 31ê wan polîs 38 kesan canê xwe ji dest dan û 166 kes jî birîndar bûn.