Stenbol di salekê de rastî 7 êrîşan bûye

Hemû partiyên opozîsyonê HDP, CHP û MHP jî li ser êrîşê peyamên sersaxî û xemginiyê dan.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li bajarê herî mezin ê Tirkiyê Stenbolê ligel êrîşa dawî di nav salekê de 7 caran êrîşên bombeyî hatin kirin. Di êrîşa dawî de 38 kes canê xwe ji dest dan, 166 kes jî birîndar bûn. Rayedarên hikûmetê bo kiryarê êrîşê behsa navê PKK dikin.

Stenbol careke din bi êrişeke bombeyî hejiya. Şeva şemiyê li nêzî lîstikgeha tîma Bêşîktaşê wesayîteke bombebarkirî ji dûr ve bi qumandayê hate teqandin. Piştî 45 çirk li heman deverê êrîşkarek xwekuj li nav polîsan xwe bombeyên li ser xwe teqandin. Ji gelek deverên cuda yên bajêr dengê teqînan hat bihîstin.

Birîndaran bi ambulansan rakirin bo nexweşxaneyan. Wezîrê karên nanxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu nava rojê ragihand ku 7 sivîl 30 polês canê xwe ji dest dan, nasnameya kesek jî nehatiye diyarkirin hejmara birîndaran jî 166'e.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiye Süleyman Soylu wiha got:"Der barê êrîşê de 13 kes hatin desteserkirin. Delîl û agahiyên destê me nîşanî PKK dide gumana me jê heye. Em ê demildest tola xwe ji berpirsên vê êrîşê hildin."

Piştî êrîşê roja din ji bo rojeke şîna netewî hat ragihandin, bi beşdariya Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiye merasîma cenazeya polêsan hat kirin. Piştî merasîmê nûnerên saziyên civakî ji bo şermezarkirina êrîşê ber bi cihê teqînê meşiyan. Beşdaran qûrnefîl danîn cihê teqînê.

Seroka Platforma Demokrasiyê ya Tirkiyê Kezban Hatemî wiha da zanîn û got:"Çi dibe bila bibe em natirsin û ji demokrasiyê tawîz nedin. Hêzên kûr dixwazin hêza me demokariyê bişkîne lê dê bi ser nekevin."

Serokê bajarê Stenbolê yê Ak Partiyê Selîm Temurcî wiha axifî:"Roj roja yekîtiyê û bihevrebûnê ye divê em bibin yek. Li vî welatî çiqas bûyerên wiha rû bidin jî divê em yekîtiya xwe biparêzin."

Berpirsê dezgeha xêrxwazî û mirovî Roja Zêrîn Xalid Amedî jî amaje kir ku ev êrîşek li dijî mirovahî yê ye.

Berpirsê dezgeha xêrxwazî û mirovî Roja Zêrîn

Xalid Amedî wiha got: "Gelek kes dî ser vê rê dîçe ser karê xwe. Ji aliyê kî be bila be êrîşên ku li nav sivîlan tên kirin dijî mirovahiyê ye û ez vê yekê şermezar dikim."

Hemû partiyên opozîsyonê HDP, CHP û MHP jî li ser êrîşê peyamên sersaxî û xemginiyê dan.