NY:Mirovatî li Helebê hilweşiya ye

Bi hezaran welatî li taxên rojhelatê Helebê dorpêçkirîne.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Fransayê daxwaza cînekê bi lez derbarê rewşa Helebê ji Encûmena Asayîşa Navnetewî kir, herwiha NY di kongiriyekî rojnamevanî de ragehand ku, mirovatî li bajarê Helebê hilweşiyaye.

Derbarê rewşa Helebê Wezareta Derve ya Fransayê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, civînekê lidarbixe, herwiha daxwaza roleke xwe ya cidî di parastina welatiyên sivîl de bike kir, ji aliyeke din Fransayê daxwaz kir ku, bi awayeke lezgîn şerê wî bajarî were rawestandin.

Herwiha Neteweyên Yekbûyî di kongireyeke rojnamevanî de taybet bo bajarê Helebê ragehand ku, mirovatî li Helebê hilweşiya ye, herwiha  rejîma Sûriyê bi kuştina welatiyên sivîl li 4 taxên Helebê tometbar kir, da zanîn ku, rejîmê 82 kes li 4 taxên rojhelatê bajêr gulebarnkirina kirine.

Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku, bi hezaran kes heta niha li Helebê dopêçkirîne û kesên ji wan taxan jî direve alîkariyan wan nayê kirin.Herwiha tekez kir ku ew nikarin alîkariyan bighînin wan taxên dorpêçkirî .

Di kongreya rojnamevanî de ya NY amaje bi wê yekê jî hate kirin ku, milîşyatên Iraqî welatiyên sivîl li taxên rojhelatê Helebê gulebarkirine.