Parlementarekî Holandî: Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin

Parlementarekî Holandî ragihand, daxwaz ji partiya xwe dikim, ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike û heger Herêm serxwebûna xwe damezrand, dikare civakeke serbixwe ava bike û em û Yekîtiya Ewropayê jî piştevaniyê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementarekî Holandî ragihand, daxwaz ji partiya xwe dikim, ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike û heger Herêm serxwebûna xwe damezrand, dikare civakeke serbixwe ava bike û em û Yekîtiya Ewropayê jî piştevaniyê dikin.

Parlementarê Holandî Harry Van Bommel ji K24ê re got: “Dikarin bi sê rêyan hevkariyê bikin. Yekem di warê mirovî de, ji ber ku bi hezaran koçberên Mûsilê û penaberên Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê, vê yekê jî fişareke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha dibe rêxistinên mirovî bişînin kampan, bo hevkariyan pêşkêş bikin.”

Bommel ragihand, xala din ya pêwîst ew e, ku di warê leşkerî de hevkariya Pêşmerge bibe, bo wê yekî dilniya bin, ku perwerdeya Pêşmerge dikin.

Bommel diyar kir, xala sêyemîn ew e, pêwîst e dilniya bin ku DAIŞê bidawî dibe, ne ku tenê di warê leşkerî de, lê di warê aydolojîk de jî, pêwîst e bi dawî bibe.

Herwiha got jî, “Li Holandayê kar bo wê yekê dikim, kesyê jenosida Êzidiyan li ser asta navdewletî dan pê bibe û min ev keys bo dadgeha navdewletî şandiye û lêkolîn tên kirin, da ku dan pê were dayîn.”

Bommel got: ”Îro behsa qonxa piştî DAIŞê tê kirin, ji ber wê gelek girîng e behsa pêkvejiyan û loborînê were kirin, ji ber ku piştî demeke din DAIŞê li navçeyê namîne, ji ber wê divê hesta pêkvejiyan û lêborînê ava bikin.”

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de Bommel got: “Gelek girîng e navçe vekirî ye û lêborîna zêdetir ya olî û kulturî heye, hokareke din jî heye, ku bi hezaran sal e bi hev re dijîn û divê riyekê ava bikin, bo hemû bi hev re bi aştî bijîn.”

Bommel got: “Hin pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û heger ev pirsgirêk çareser nebin, û destûra Iraqê wek heye cibicî nebe, reng e Kurdistan serbixwe bibe.”

Derbarê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê û danpêdana Holandayê bi serxwebûna Kurdistanê de Bommel got: “Ev mijar pêwîst e li Kurdistanê bê behskirin, ya girîng ew e, ku demokrasiyê ava bike û piralî hebe û sîstema dadwerî serbixwe be û ragihandina azad û serxwebûnê bêalî be, heger tu hokarên serxwebûnê peyda bikî, tu dikarê civakeke serbixwe ava bikî, wê demê jî Yekîtiya Ewropayê jî pêştîgiriyê lê dike.

Derbarê helwesta parlementoya welatê wî de Bommel got: “Nikarim wiha bibêjim, di parlementoya Holandayê de 17 partî hene û ez daxwaz ji partiya xwe dikim, ku pêştgîriyê bike, ji ber ku di nêrîna min de serxwebûna Kurdistanê girîng e bo pêşeroja xelkê navçeyê.”

Derbarê şandina çek bo Pêşmerge de ji aliyê Holandayê ve, got: “Holanda gelek tund e ku çekan bişîne welatên din, ji ber ku şandina çekan bo welatekî din ne karekî baş e, lê li dawiyê divê em bizanin ku Hewlêr û Bexda bi hev re kar dikin, di wê derbarê de jî pêwendiyên rasterast yên hikûmeta Holandayê bi Bexdayê re hene.”

Bommel diyar kir jî, ku ew dizanin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hin pirsgirêk hene û daxwaz kir ku ew pirsgirêk çareser bibin.

Herwiha got jî, hemû cîhan danûstandinê bi Bexdayê re dikin û wan ji berî 5 salan ve kunsulxane li Hewlêrê vekirine.

Bommel tekezî li wê yekê kir, heger pirsgirêkên Hewlêr û Bexda çareser nebin û destûr hate binpêkirin û budceya ji sedî 17 bo Herêma Kurdistanê nehat şandin, Kurd dê berve serxwebûnê biçe.