NY: Rêjîmê 81 welatiyên sivîl li Helebê kuştin

Netewên Yekgirtî artêşa Sûriyê û çekdarên Şî'e yên Iraqê bi kuştina welatiyên sivîl li Helebê tuhmetbar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî artêşa Sûriyê û çekdarên Şî'e yên Iraqê bi kuştina welatiyên sivîl li Helebê tuhmetbar dike.

Berdevkê nivîsgeha mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî Rupert Colville di konferanseke rojnamegerî li Cenêvê ragihand, leşkerên rêjîma Sûriyê  û çekdarên milîşyayên Nuceba yên Iraqê, ku grûbeke Heşda Şeibî ye, bi kuştina welatiyên sivîl li Helebê tohmetbar kir .

Colville got, belgeyên temam li ber dest hene, ku 81 welatî di dema revînê li ser cadeyan ji aliyê wan ve hatine kuştin. Ji wan jî 11 jin û 13 zarok in .

Bi hezaran çekdarên Şî'e yên Iraqê di çarçoweya grûpên Heşda Şeibî de digel Artêşa Sûriyê li deverên cuda yên Sûriye şer dikin.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, çekdarên Iranê rê li ber derketina opozîsyona Sûriyê ji taxên rojhelatê Helebê girtin bo vê yekê jî derketina wan hate lipaşxistin.

Di hunderê mehekê taxê rojhelatê Helebê bi tundî ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê tê bombebarankirin, di encamde bi hezaran kes hatin kuştin û zêdeyî 50 hezar welatiyên sivîl koçber bûne.