Li Stanbolê xwepêşandanek bo Helebê

Ji bo xelkê Helebê ku ji ber şerê navxweyî bajêr bi cih dihêlin û bûne koçber, 350 lorî ku tê de xurek û cil û berg hene ji Tirkiyê ber bi Helebê ve bi rê ket. Nûnerên saziyên alîkariyê ku li Stenbolê di xwepêşandana bo Helebê de hatin ba hev, bang li cîhanê kirin ku bila bo Helebê bêdeng nemînin.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Sazî û dezgehên xêrxwaziyê li Stenbolê ji bo ku balê bikêşînin ser rewşa Helebê xwepêşandanekê li dar xist. Bi banga weqfên alîkariyê gelek lorî ku tê de nivîn, cil û ber g û xwarin hene li qada Kazliçeşmeyê hatin amadekirin.

Serokê weqfa alîkariya mirovî Bulent Yildirim amaje kir êşa Helebê wek êşa xwe dîbinîn û banga alîkariyê bo Helebê kir. Bulent got: “Hêzên mezin bêdeng in, welatên Îslamî bêdeng mane, welatên îslamî hûn li kuderê ne binêrin, Tirkiye bo agirbestê hewl dide, hûn çima tiştekî nakin. Em ji vir bangî Rûsyayê jî dikin êdî bi Îran yan jî bi Sûriyê re diaxive çi dike bila bike demildest ji bo sivîlan korîdora mirovî bila veke.”

Hemwelatiyan jî bi tirimbêlên xwe ketin nav karwana alîkariyê û piştevaniya bo gelê Helebê kirin.

Karwana alîkariyê ku tê da 350 lorî hene, ji her aliyê Tirkiyê bi rê ketin û li ber deriyê sînorê Cîlvegozu wê bigihîjin hev dû dûv re jî kelûpelên alîkariyê wê radestî xelkê Helebê bikin.