Kerkûkî: Cihê Heşda Şeibî li ser xaka Kurdistanê tune ye

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî ragihand, Heşda Şeibî cihê xwe li ser xaka Kurdistanê nabîne û karesatê rastî xwe tînin, heger bixwazin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî ragihand, Heşda Şeibî cihê xwe li ser xaka Kurdistanê nabîne û karesatê rastî xwe tînin, heger bixwazin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Kemal Kerkûkî di çarçoveya beşdarîkirina di bernameya “Basî Roj” ya K24ê de ragihand, li sînorê Herêma Kurdistanê û li ser xaka Kurdistanê, ti pêwîstiya me bi Heşda Şeibî tune ye û erkê me ye ku xaka xwe biparêzin û xelkê Kurdistanê karîna xwe heye bergîriyê li pîrozahiyên xwe bike.

Herwiha Kerkûkî got: “Ew cihên ku xaka Kurdistanê ne, Pêşmerge çespandiye ku dikarin wê biparêzin û hemû niştecihên wê jî biparêzin.”

Ev daxuyaniyên Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî tên, ku serokê grûpê çekdar “Asayib Ehilulheq” Qeys Xezelî di hevdîtinekê de ligel kenala “El-Reşîd” ragihandibû, mezintirîn pirsgirêk piştî DAIŞê li Iraqê, Kurd e.

Qeys Xezelî serokê grûpa çekdar “Asayib Ehilulheq” e, ku grûpeke Şîe ye û ser bi Heşda Şeibî ve ye, berê di çendîn boneyên cuda de gef li Kurd û Kurdistanê xwariye, di dawî daxuyniyên xwe de jî gotiye, piştî DAIŞê mezintirîn pirsgirêk li Iraqê, Kurd e.