Konferansa Serxwebûna Kurdistanê li Dihokê birêve diçe

Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” li zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê bi sponseriya medyayî ya K24ê bo gotûbîjkirina pirsa serxwebûna Kurdistanê û derfet û astengiyên li pêş wê, du rojan birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” li zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê bi sponseriya medyayî ya K24ê bo gotûbîjkirina pirsa serxwebûna Kurdistanê û derfet û astengiyên li pêş wê, du rojan birêve diçe.

Di 5 panelên cuda di du rojan de roniyê dixin ser van pirsan, yasayên navdewletî, mafê çarenivîsî yê gelê Kurd, rehendên aştî û asayişa Herêma Kurdistên piştî serxwebûnê, stratîjiya hevbeş di navbera rojava û hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşeroja Rojhilata Navîn û pirsgirêkên navxweyî yên Kurdî û serxwebûnê.

Beşdarên konferansê bo van pirsan, nêrîn û hizrên xwe pêşkêş dikin.

Çendîn akademisyen, siyasetmedar, pispor û rojnamevan li ser astê Kurdistan, Iraq û cîhanê beşdarî vê konferansê dibin.

Bernameya Konferansa“Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” wiha ye:

Roja Yekem

Gotara Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihok Mesrûr Barzanî tê pêşkêşkirin.

Panela Yekem: Yasaya navdewletî û mafê çarenivîsî yê gelê Kurd bi beşdariya berhem Salih, Huşyar Zêbarî, Prof. Îsmaîl Bîşikçî û Brof Michael Gottner birêve diçe.

Panela Duyem: Stratîjiya hevbeş di navbera rojava û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Dr. Adil Ebdilmehdî, Zilmay Xelîlzad û Osama Nuceyfî birêve diçe.

Panela Sêyemîn: Rehenda aştî û asayişa Herêmê Kurdistanê piştî serxwebûnê bi beşdariya Dr. Peter Galbert, Perf. Orfa Bîniceo, Cenger Çandar û rojnamevan Amberin Zeman birêve diçe.

Roja Duyem

Panela Çarem: Pêşeroja Rojhilata Navîn bi beşdariya Serok û Damizrênerê “Meri” Prof Dilawer Eladîn, Prof Karol Oleri, John Hana, Dr. David Pollock birêve diçe.

Panela Pêncem: Pirsgirêkên navxweyî û serbixweyî bi beşdariya Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê Dr. Bernard Koşner, Berpirsê Desteya Karîger ya YNKê Mela Bextiyar, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Hevserokê DBP Kamuran Yuksek, Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî û Serokê ENKSê Îbrahîm Biro birêve diçe.