Mesûr Barzanî: Dixwazin serbixwe bibin

Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê Mesûr Barzanî ragihand, em neteweke taybetmend in û dixwazin serbixwe bibin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê Mesûr Barzanî ragihand, em neteweke taybetmend in û dixwazin serbixwe bibin.

Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê Mesûr Barzanî di roja yekem ya Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” de ragihand, dixwazin di warê siyasî û akademî de nirxandina pirsgirêkan bikin û em neteweke taybetmend in û dixwazin serbixwe bibin û bê vê yekê pêşeroja me ronî nabe û hevdem jî dibine qurbaniya berjewndiyên herêman.

Herwiha di vê derbarê de Barzanî got: “Serxwebûna Kurdistanê ji Iraqê pêwîst e wek çareserî bê temaşekirin, di demekê de bawerî di navbera pêkhateyên Iraqê de nemaye û em wek welatiyên wekhev nayên dîtin, hikûmeta Iraqê jî ne serkeftî bû di dabînkirina mafên Herêma Kurdistanê.”

Barzanî hêvî xwast ku, di panelên vê konferansê de bikarin bi awayekî akademî di çarçoveya babetan de pirsgirêkan gotûbêj bikin. Barzanî amaje kir jî, pêwîst e li ser bingehên berjewendiyên hevbeş biryarê bidin.

Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê Mesûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de ronî xiste li ser wê yekê ku, hejmarek ji xwediyên hizr û nêrînên cuda di konferansê de beşdar bûne û her yek ji wan xwedê nêrîn û hizrên siyasî yên cuda ne derbarê serxwebûna Kurdistanê de.

Di dawiya axaftina xwe de Barzanî hêvî xwast jî ku, hizr û derencamên baş ji piştî panelên vê konferansê bidest bixin.

Îro pêncemîn Konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” li zanîngeha Amerîkî Kurdistan –Dihokê bo gotûbêjkirina pirsa serxwebûna Kurdistanê û derfet û astengên li pêş wê birêve diçe û du rojan berxwe dide.