Obama: Ragihandina navçeyeke aram li Sûriyê zehmet e

Serokê Emerîka Barak Obama dibêje, ragihandina navçeyeke aram li Sûriyê karekî zehmet e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Emerîka Barak Obama dibêje, ragihandina navçeyeke aram li Sûriyê karekî zehmet e.

Serokê Emerîka Barak Obama dawî gotara xwe ya fermî li Koşka Spî pêşkêş kir û got, ewê li Sûriyê dibe di stûyê rêjîma Esed, Rûsya û Îranê de ye.

Obama got, ti rewatiya rêjîma Esed nemaye û biserketin û kuştina xelkê nikare rewatiyê bidest bixe, lê divê hikûmeteke din cihê wê werbigire.

Piştî ku serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump plana çêkirina navçeyeke aram li Sûriyê kir, Obama bersiva Trump da û got, cibicîkirina vê planê karekî zehmet e.

Obama diyar kir, ku avakirina devereke aram pêwîstiya wê bi hêzên bejayî heye û ev yek ji aliyê rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê nayê qebûlkirin.

Herwiha Obama got jî, ku dosyaya Sûriyê aloztirîn dosya bû ku di dema serokatiya xwe de rûbirû wê bûbû.