40 taxên Mûsilê hatin rizgarkirin

Fermandarê dezgeha Dijeterora Iraqê ragihand, çekdarên DAIŞê ji 40 taxên Mûsilê hatine derxistin û di bin kontrola hêzên Iraqî de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê dezgeha Dijeterora Iraqê ragihand, çekdarên DAIŞê ji 40 taxên Mûsilê hatine derxistin û di bin kontrola hêzên Iraqî de ne.

Fermandarê dezgeha Dijeterora Iraqê Ferîq Rukin Ebdulxenî Esedî ragihand, kêm tax li beşê rojhilatê Mûsilê di destê çekdarên DAIŞê de mane û di çend rojên bê de ew tax jî têne kontrolkirin, ku hêzên Iraqî di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de di pêşveçûnan de ne.

Esedî got: “Piştî ku hêzên Iraqî navendên serkirdeyatiya DAIŞê li taxên din kontrol kirin, bergîriya çekdarên DAIŞê li çend taxên ku di destê wan de mane, lawaz bûye.”

Di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya 45 hezar leşkerên Iraqî ji Artêşa Iraqê, Polîsa Federal, Heşda Şeibî û Paswanên Neynewayê mil bi milê hêza Pêşmerge dest bi şerê kontrolkirina Mûsilê kirin.

Di operasyonê de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka piştevaniya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî dike, heta niha jî çend bajarok, navçe û 40 taxên bajarê Mûsilê control kirine.