Li Enqerê panelek bo pêşeroja Iraqê birêve çû

Li Tirkiyê operasyona Misûlê, paşeroja Iraqê û herwiha rewşa Tirkmenan ji nêzîk ve tê şopandin. Li ser vê mijarê li Enqerê panelek hate sazkirin. Di panelê de li ser kêşeyên Misûl, Kurd û yên Tirkmenan hatin rawestandin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê operasyona Misûlê, paşeroja Iraqê û herwiha rewşa Tirkmenan ji nêzîk ve tê şopandin. Li ser vê mijarê li Enqerê panelek hate sazkirin. Di panelê de li ser kêşeyên Misûl, Kurd û yên Tirkmenan hatin rawestandin.

Li Zanîngeha TOBBê ji aliyê TEPAV û ORSAMê ve panelek li ser paşeroja Iraqê, operasyona Misûlê, rewşa Herêma Kurdistanê û ya Tirkmenan hate sazkirin. Digel Balyoz û parlamenteran gelek akademisyen û diplomatên ji welatên wek Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê beşdarî di panelê de kirin.

Di panelê de Serokê Eniya Tirkmenan Erşat Salihî li ser kêşeyên herêmê axivî û got,hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê piştî operasyona Misûlê kêşeyên di nava xwe de danîne aliyekî û hevkariyê dikin. Salihî got ku, goya kêşeya Kerkûk û Tûzxurmatiyê ji aliyê Iraqê ve tê paşgukirin.

Herwiha Salihî got: "Em çûne bal hemû partiyên Kurdan û me got; em ji we re ne xetere ne. Pêwîst nake ku hûn bi ser me de werin. Em dixwazin ku bi Kurdan re dostaniyeke baş saz bikin. Li herêmê em dixwazin ku bi hev re bijîn. Tirkiye jî dive têkîliyên xwe biradarên Iraqê re baş bike."

Balyozê Enqerê yê Iraqê Haşîmî Alewî diyar kir ku, piştî operasyonê ji bo ku hemû komên li Misûlê karibin bi hev re bijîn, di destê Iraqê de plansaziyeke aramiyê heye. Alewî got, li Misûlê tê amanckirin ku hêzeke polîsan ya taybet bê avakirin.

Alewî li ser dahatûya têkîliyên Iraq û Tirkiyê jî axivî: "Tirkiye ji bo Iraqê welatekî giring e. Berjewendiyên hevpar hene. Li dijî her du welatan jî gefên hevpar hene. Loma herdu welat dive bi hev re karibin bixebitin. Beriya ku veguhêze qeyranekê ew rageşiya di nava Tirkiye û Iraqê de dakete asta herî kêm. Ji bo aramiya herdu welatan hevkarî pêwîst e."

Li gorî pisporan çawa ku Tirkiye li Iraqê û Sûriyê hisabê Îranê neke û gavan biavêje û ev yek wek xeteyekê bê nirxandin, di heman demê de Iraq, Sûriye û Îran jî dema ku li Rojhilata Navîn beyî ku Tirkiyê bixin nava wan hisaban û polîtîkayan ava bikin, ew jî wê xetayeke mezin bikin. Bi boçûna pisporan di ware hevahengî û hevsengiyê de barekî giran dikeve ser pişta Kurdan jî li Iraqê.