Çûna Himêmîmê.. Nêrînên cuda

Çûna hin partiyên Kurdî bo bargeha Himêmîm ya leşkerî li parêzgeha Lazqiyê, ta niha cihê axaftinê ye di nava tevgera siyasî de, hin şîrovakar dibînin ku ev hevdîtin bê encam e, ji ber ku tu proje û reşnivîs ji aliyê Rûsan ve nehatiye pêşkêşkirin û mebest ji vê civînê na diyar e.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Çûna hin partiyên Kurdî bo bargeha Himêmîm ya leşkerî li parêzgeha Lazqiyê, ta niha cihê axaftinê ye di nava tevgera siyasî de, hin şîrovakar dibînin ku ev hevdîtin bê encam e, ji ber ku tu proje û reşnivîs ji aliyê Rûsan ve nehatiye pêşkêşkirin û mebest ji vê civînê na diyar e.

Şîrovekarê Siyasî Ferîdûn Sadûn di vê derbarê de ji K24ê re got: “Divê berî çûna partiyên siyasî yên Kurdî ji navenda Himêmîmê re hevdîtinine amadekirina civînê çê bibana. Niha proje û bername çi ye? Karnameya civînê çi ye? Em nizanin.”
Hevbendiya Niştiîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) ku di civîna Himêmîm de beşdar bû dibêje ku, Rûsiya xwedî bandoreke sereke ye di dosya Sûriyê de û çi kesê ku tevgera siyasî li hev bîne, ewê li gel wî bicivin.

Serokê HNKSê Mistefa Meşayix ji K24ê re got: “Biryara Sûriyê bi tevahî di destê Rûsyayê de ye. Heger em binêrin doza Kurdî bi riya Rûsya çareser bibe û berjewendiyê miletê me li kû be, em li dû perjewendiyên xwe bimeşin.”

Partiya Damokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (PDPKS) sedema nebeşdariya xwe di civînê de diyar dike û dibêje ku, wan dixwest vexwendin here ji partiyên sereke re ne ji 24 partiyan re, ji ber wê jî ev civîn dê bê encam be.

Ji dema ku ev partî ji civîna Himêmîmê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê ta niha encam û projeya xwe pêşkêş nekirine, lê li gorî ku diyar dikin, Rûsya dê daxwazên şanda Kurdî radestî rêjîma Sûriyê bike.