Encûmena Asayişê derbarê Helebê de dicive

Encûmena Asayişa Navdewletî îro dengdanê li ser projebiryareke Fransî derbarê çavdêriya derxistina sivîlan ji deverên dorpêçkirî yên Helebê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî îro dengdanê li ser projebiryareke Fransî derbarê çavdêriya derxistina sivîlan ji deverên dorpêçkirî yên Helebê dide.

Li gor projebiryara Fransî, divê derxistina sivîlan ji deverên dorpêçkirî li ser daxwaza sivîlan bixwe be û cihê çûna wan jî li ser daxwazên wan be. Herwiha pêwîst e bêne parastin.

Herwiha projebiryar daxwazê ji Sekreterê NY dike, ku karmendên NY yên di warê mirovî de kar dikin, çavdêriya proseya derxistina sivîlan û parastina bikin û raportên xwe derbarê wê proseyê de binivîsin.

Nayê zanîn ku Rûsya dê dengê xwe bide wê projebiryarê yan na, lê berî belavkirina projebiryarê li ser encûmenê, Balyozê Rûsyayê di NY Vîtalî Çorkîn got: “Heger projebiryar baş be, emê lê binêrin.”

Rûsyayê ku ji destpêka krîza Sûriyê ve piştevanê rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed e, ji sala 2011an ve 6 caran mafê Vîtoyê li dijî biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî bikar aniye.

Efserên Rûsî û karmendên Xaça Sor yên li Helebê, ji çend rojan ve dest bi derxistina 5 hezar çekdar û malbatên wan ji taxên rojhilatê Helebê dikin.