Hikûmeta Herêmê pabendî yasaya budceya 2017an nabe

Berdevkê Fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ew beşê budceya kêm ya Bexdayê ji Herêma Kurdistanê re spandiye, têra mûçexwarên herêmê nake, Herêma Kurdistanê ji yasaya budceya sala 2017an bi çi awayekî sûdê nabîne û wê budceyê red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ew beşê budceya kêm ya Bexdayê ji Herêma Kurdistanê re spandiye, têra mûçexwarên herêmê nake, Herêma Kurdistanê ji yasaya budceya sala 2017an bi çi awayekî sûdê nabîne û wê budceyê red dike.

Di projeya yasaya budceya sala 2017an ya Iraqê de ji sedî 17 bo Herêma Kurdistanê hate diyarkirin, li hember radestkirina rojane 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê û 250 hezar bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê bo kompaniya SOMO. Herwiha bo hêza Pêşmerge jî di madeyekê de amaje bi dabînkirina darayî ji artêşa Iraqê Iraqê hatiye kirin, lê di wê madeyê de hejmara Pêşmerge nehatiye diyarkirin.

Berdevkê Fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ajansa “AA” re ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê bo berjewendia welatiyên Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, bi awayekî baştir danûstandinê ligel Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha Dizeyî amaje bi pabendnebûna Bexdayê bi rêkeftina 2 Berçele ya sala 2015an kir û got, heta niha ti gerantiyek tune ye ku Bexdayê bi rêkeftinên aborî ligel Herêma Kurdistanê pabend bibe.

Dahatiya Iraqê di projeyasaya budceya 2017an de zêdetirî 79 tirilyon Dînar hatiye texmînkirin, ku pêwîst e rojane 3,75 milyon bermîl petrol hinarde bike û nirxê her bermîlekî bi 42 Dolaran hatiye destnîşankirin.  

Derbarê pesendkirina budceya sala 2017an de di Parlementoya Iraqê de, Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe derbirî û amaje kir, 1.4 milyon karmend bi giştî li Herêma Kurdistanê hene, ew hejmar jî li Bexdayê nêzîkî 730 hezar karmend e û li hember radestkirina 300 hezar bermîl petrol, tenê 317 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye. di demekê de mûçeyên Herêma Kurdistanê her mehekê 880 milyar Dînar e.

Dizeyî di beşeke din sedemên venekirina Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tirkiyê aşkere kir û got, Tirkiyê razemendiya xwe derbarê vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Enqerê derbiriye, çendîn car e jî daxwaz kiriye ku nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bikar bike, lê ji ber krîza darayî ya aloz ya Herêma Kurdistanê, heta niha Nûneratiya Fermî ya Herêma Kurdistanê nehatiye vekirin.