Di heftiyekê de 924 kes bi endamtiya PKKê hatin binçavkirin

Wezareta navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 924 kes bi endamtiya PKK û KCKê hatine binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 924 kes bi endamtiya PKK û KCKê hatine binçav kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 45 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava heftiyekê de 213 operasyon encam dane. Li gor wê daxuyaniyê di encama operasyonan de 924 kes bi endamtiya PKK û KCKê hatine binçav kirin.

Ev daxuyaniya wezareta navxwe di demekê de ye ku piraniya kesên hatine binçavkirin, endam û rêveberên HDP û DBPê ne.

Bi taybet jî piştî teqîna li Qeyseriyê ya bûye sedemê kuştina 14 leşker û birîndarbûna 55 leşkerên din, operasyonên li dijî HDP û DBPê zêde bûne.