Li Îtalya rêz li jinên Pêşmerge û şervanên jin hate girtin

Rêxistineke Îtalî ku bergîriyê li mafê jinan dike, wek rêzgirtin ji xebat û qurbanîdan di şerê DAIŞê de, xelata rêzgirtinê dibexşîne Pêşmerge û şervanên jin yên Kurd.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistineke Îtalî ku bergîriyê li mafê jinan dike, wek rêzgirtin ji xebat û qurbanîdan di şerê DAIŞê de, xelata rêzgirtinê dibexşîne Pêşmerge û şervanên jin yên Kurd.

Rêxistina Îtalî “Yeksan û Wekhevî” bergîriyê li mafê jinan dike, li sernserî Ewropa û salane xelata rêzgirtinê dibexşîne jinên ku rola wan yên balkêş hene, dike.

Wê rêxistinê îsal biryar da xelata îsal bibexşîne jinên Pêşmerge û şervanên jin yên Kurd û xebat û keda wan nirxand. Bo wê mebestê jî roja Şemiyê 17 Berçele li bajarê Padova ya Îtalî rêwresmeke taybet birêve bir û herdu rojnamevanên Kurd Şoreş Ezîz Sormê û Lana Şerîf bo rêwresmê hatin vexwandin, bo rola jinên Kurd di xebata rizgarîxwaz de hene û li çar perçeyên Kurdistanê pêşkêş bikin û bi hûrî behsa şerê hêzên Pêşmerge, şervanan û gelê Kurd bi giştî di şerê DAIŞê de bikin. Bi taybet jî ku rola jin û keçên Kurd di wî şerî de hene.

Herdu rojnamevan Şoreş Ezîz Sormê û Lana Şerîf di rêwrewma rêzgirtina jinên Pêşmerge û şervanên Kurd li bajarê Padova ya Îtalyayê.

 

Salane navendên fermî û dezgehên bilind yên Ewropa û rêxistinên di vî warî de, di çendîn boneyên cuda de xelat bexşandine kesayetiyên Kurd. Vê rêxistinê jî xelata xwe ya îsal da jinên Pêşmerge û şervanên jin yên Kurd.

Li Îtalya rêz li jinên Pêşmerge û şervanên jin hate girtin
Li Îtalya rêz li jinên Pêşmerge û şervanên jin hate girtin
Li Îtalya rêz li jinên Pêşmerge û şervanên jin hate girtin