5 penaber di deryayê de xeniqîn

Li navçeya Ayvalik ya Balikesîrê, belema penaberan noqî avê bû. Di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Ayvalik ya Balikesîrê, belema penaberan noqî avê bû. Di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok in.

Li peravên rojavayê Tirkiyê di nav derya Egeyê de belemeke penaberên ku xwestin derbasê Yunanistanê bibin noqî avê bû.

Qeymeqamê Ayvalikê da xuyakirin, bûyerê nêzîkî girava Madenê rû da û di belemê de 13 penaber hebûn.

Di bûyerê de 4 zarokan û jinekê cane xwe ji dest dan. 7 kes jî hatin rizgarkirin û bo dîtina kesekî din jî lêgerîn tên berdewam kirin.

Piştî girêbesta navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê ya bo radestkirina penaberan têk çû, penaber hewl didin ku bi rêyên kaçax derbasî Ewropayê bibin.