Helbestvanek ku li ser axa xwe penaber e

Şer û penaberî dibin sedem ku gelek jiyan, xebat û hêvî nîvco bimînin. Yên ku herî zêde rastî vê aqûbetê tên Kurd in. Bi taybetî jî kurdên Rojavayê Kurdistanê, di nav 3 salên dawiyê de ji penaberiyê gelek êş û azar kişandin. Yek ji van kesan jî Helbestvan Şivanê Xeyalan ê penaber e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şer û penaberî dibin sedem ku gelek jiyan, xebat û hêvî nîvco bimînin. Yên ku herî zêde rastî vê aqûbetê tên Kurd in. Bi taybetî jî kurdên Rojavayê Kurdistanê, di nav 3 salên dawiyê de ji penaberiyê gelek  êş û azar kişandin. Yek ji van kesan jî  Helbestvan Şivanê Xeyalan ê penaber e.

Şivanê Xeyalan, di tûrikekî  xwe de huner û di tûrikekî xwe de jî zanistê bar kirine û 3 sal berê ketiye ser rêya penaberiyê. Celal Remezan ku ji bajarê Kobanê ye, xwe wekî Şivanê Xeyalan dide naskirin.  Helbestvanê Kobanî, ligel helbestvaniya xwe, di heman demê de jî mamosteyê matematîkê ye. Lê niha tenê di destê wî de helbestvaniya wî maye.

Şivanê Xeyalan amaje dike ku, helbest rastiya wî ye û heta ji destên wî tê, ew bi azarên mirovan helbestên xwe dihûne. Şivanê Xeyalan derbarê nivîsandina helbestê de ji K24ê re axivî: "Helbest êş e, penaberî jî êş e. Dema kut û êşê nebînî tu nikarî helbestê binivîsî. Yan di keyfxweşiyeke pir de yan jî di êşeke mezin de tu dikarî helbestê binivîsî. Gava tu penaber bî, li dora xwe binerî û li xwe binêrî ji xwe de helbest tê nivîsandin."

Şivanê Xeyalan dibêje, helbest ji bo wî ne wekî pîşeyekê ye. Lewra li gorî gotina wî, helbest û helbestvanî di xwezaya wî de heye. Lê ligel vê yekê rastiyeke wî û malbata wî heye ku niha ew di jiyana penaberiyê de dijîn û ji aliyê debarê ve di nav rewşeke xirap de ne.

Bavê Şîvanê Xeyalan Remezan Celal tîne zimên ku helbestvaniya kurê wî baş e, lê ev yek têra debara jiyanî nake. Remezan Celal dibêje: "Helbestvaniya kûrê mina baş e. Lê gava ku pere nebe, ev kar wî têr debara jiyanê nake. Gava ku pere nebe mirov nikare mihendisî û doxtoriyê jî bixwîne, mirov nikare karekî bike. Wexta ku pere hebe ez ê keyfxweş bim ku kurê min helbestvaniyê bike."

Şivanê Xeyalan, li navçeya Rezan a Diyarbekirê dijî. Helbestvanê penaber, di xaniyeke biçûk de ligel dayîk, bav, xwişk û birayê xwe dijî. Ji ber ku xwişka wî ya neçarî jiyana penaberiyê bûye, xwedî pêdiviyên taybet e, niha malbat bi tevahî li benda mizgîniyekê ne ku ji bo wan deriyekî ronahiyê veke.