Çavdêr: Piştî hevdîtinên Himêmîmê fediralîzm hate paşxistin

Ji beriya 6 mehan ve Encûmena Damezrêner a sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hatiye damezrandin û ta nuha pejrandina pirojeya fediralizmê tê paşxistin. Hin siyasetmedar dibêjin ku piştî hevdîtinên bi rayedarên Rûsiyayê piroje hate paşxistin, lê berpirsên pirojeya fediralîzmê vê yekê red dikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji beriya 6 mehan ve Encûmena Damezrêner a sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hatiye damezrandin û ta nuha pejrandina pirojeya fediralizmê tê paşxistin. Hin siyasetmedar dibêjin ku piştî hevdîtinên bi rayedarên Rûsiyayê piroje hate paşxistin, lê berpirsên pirojeya fediralîzmê vê yekê red dikin.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso amaje bi wê yekê jî dikin ku, pêwîst e ji her demê bêhtir Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) li yekrêziya Kurdî vegere. Herwiha Oso got: “ Heger em ne yekrêz bin, metirsî dê li ser deverên Kurdî zêdetir bin û wek çawa li Helebê bûyê, bê sere me jî. Bilez ji me û bi taybet ji PYDê tê xwastin ku li xwe vegere, herwiha vegere jî yekrêziya Kurdî û projeya Kurdî ya netewî li xwe bigire.”

Ji aliyekî din ve berpirsên Encûmena Damezrêner a sîstema fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê aşkere dikin ku, pirsa fediralîzmê di civîna Himêmîmê de nehatiye gengeşekirin û tekez dikin ku, ti bandora hevdîtinên wan di gel rayedarên Rûsiyayê li ser paşxistina fedralîzmê tune ye, herwiha didin zanîn ku tenê hin mercên rêxistinî wan dereng dixin û berî ev sal bidawî bibe dê fediralîzmê ragihînin.

Di 16ê meha Adara bûrî de Encûmena Damezrêner a sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hate damezirandin, li gorî biryarên wê eger bû di heyama 6 mehan de komîtên wê karên xwe bidawî bikin û dest bi hilbijartinên sîstema fediralîzmê bibe. Di dema ku berpirsên fediralîzmê tekez dikin ku, ewê di pirojeya xwe de bi pêş ve herin, hin siyasetmedar dibînin ku ta nuha ti erêniyên navdewletî li ser fediralîzmê nehatine û bi taybet ji Rûsiyayê, loma ev piroje dê careke din bipaş bikeve.