Li Enqerê kolanek bi navê Karlov tê binavkirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, kolana Balyozxaneya Rûsya ya li Enqerê bi navê Balyozê Rûsî yê kuştî Andrey Karlov binav dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, kolana Balyozxaneya Rûsya ya li Enqerê bi navê Balyozê Rûsî yê kuştî Andrey Karlov binav dikin.

Li gor ajansa “AA” berî destpêkirina civîna îro ya di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Çawûşoglu ji Lavrorov re gotiye, kolana Balyozxaneya Rûsya ya li Enqerê bi Karlov binav dikin.

Çawûşglu gotiye jî, mebesta binavkirina wê kolanê ji ber wê yekê ye, ku navê Karlov hem li Enqere û hem jî di dilê wan de zindî be.

Şeva borî Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov di dema beşdarîkirin di pêşangeheke wêneyan de li bajarê Enqerê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de canê xwe jidest da.

Piştî bûyerê jî Serokomarê Tirkiyê û berpirsên wî welatî kuştina Karlov şermezar kirin û ragihandin, tedabîrên ewlehiyê digirin da kesên li pişt wê bûyerê aşkere bikin.