Lavrov: Emê hikûmet û opozisyona Sûriyê lihev bînin

Civîna wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Mosko bidawî hat û Lavrov dibêje ewê hikûmet û opozisyona Sûriyê lihev bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Mosko bidawî hat û Lavrov dibêje ewê hikûmet û opozisyona Sûriyê lihev bînin.

Piştî bidawîhatina civîna wezîrên derve yên hersê welatan, her yek ji Lavrov, Zerîf û Çawûşoglu konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin, tê de Wezîrê Derve yê Rûsya ragihand, ku her yek ji Rûsya, Tirkiyê û Îran wê bizavan bikin, daku hikûmet û opozisyona Sûriyê li hev bînin.

Herweha Lavrov tekez kir ku, civîna wan ya îro li Moskoyê, ji hemû civînên berî niha giringtir e.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku, ji bilî çareseriya siyasî li Sûriyê, ti riyeke din li pêşya wan tune ye. Çawûşoglu got: Me tekezî li ser rola Netewên Yekgirtî di pirsa Sûriyê de kiriye.

Herweha Wezîrê Derve yê Îranê Mehemed Cewad Zerîf got: Pêwîst e hemû welatên cîhanê alîkariya hev bikin, daku terorê jinav bibin.