Bo lêkolînê pisporên Rûsî hatin Enqerê

Rûsya ji bo lêpirsînkirina kuştina Balyozê xwe yê Enqereyê Andrey Karlov tîmeke pispor şand Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya ji bo lêpirsînkirina kuştina Balyozê xwe yê Enqereyê Andrey Karlov tîmeke pispor şand Tirkiyê.

Şanda Rûsyayê ji 18 kesên pisporan pêk tê û îro danê sibê gihiştin Enqereyê û digel rayderan Tirk ku otopsiya Balyoz Andrey Karlov kiribû civiya.

Şande piştre jî çû cihê ku Balyozê Rusyayê hatibû kuştin û lêkolînên berfireh kir û ji Serdozgeriya Komarê yê Enqereyê zanyarî stand. 

Ji aliyekî din ve, tarmê Andrey Karlov îro danê êvarê piştî rêwresmeke fermî bi firokeyekê bo Rusyayê hate şandin.

Şeva borî Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov di dema beşdarîkirin di pêşangeheke wêneyan de li bajarê Enqerê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de canê xwe jidest da.