Fetih El-Şam kuştina balyozê Rûsî li xwe digire

Eniya El-Nusra ku navê xwe bi Fetih El-Şamê guhartiye, berpirseyatiya ber kuştina Balyozê Rûsyayê li Enqerê Andrey Karlov ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Eniya El-Nusra ku navê xwe bi Fetih El-Şamê guhartiye, berpirseyatiya ber kuştina Balyozê Rûsyayê li Enqerê Andrey Karlov ragihand.

Fetih El-Şamê di daxuyaniyekê de ragihand, bi hevkarî ligel Tevgera Gurên Gewr û Partiya Îslamî ya Tirkmenistanê karê kuştina Balyozê Rûsyayê li Enqerê kirine.

Bayozê Rûsyayê li Enqerê Andrey Karlov pêr di dema pêşkêşkirina gotarekê li pêşangeha hunerî de, ji aliyê polîsekî ku cilûbergê sivîl lixwe kiribû bi navê Mewlûd Mert Altintaş teqe lê hate kirin, ji ber wê sedemê jî canê xwe jidest da.